15 Adar 2016•Rojanekirin: 16 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li Baxlara navçeya navendê ya Diyarbekirê terorîstan rê girtin, agir berdan wesayîtan, li ser vê hêzên ewlekariyê midaxale kirin û di encamê da pevçûn derket, polêsek şehîd bû, 10 polês birîndar bûn, 3 terorîst jî mirin.
Li navçeya Baxlarê komek terorîst li taxa Kaynartepe, Mûradiye û 5ê Nîsanê rê girtin û agir berdan wesayîtan.
Terorîstên ku li ser kuçeyan hewl didan çalan bikolin, bi çekên giran êrîşî polêsan kirin.
Li ser vê polêsan jî bersiv da û pevçûn derket. Di encama pevçûnê da 11 polês birîndar bûn, 3 terorîst jî mirin.
Polêsên birîndar ên ku rakirin Nexweşxaneya Leşkerî ya Diyarbekirê, jê yek şehîd ket.
Qaymeqamtiya Baxlarê li devera navborî seba hizûr û aramiya gel û emniyeta can û malê xelkê li tevahiya taxa Kaynartepeyê ji saet 03.00an şûnda qedexeya derketina derva îlan kir.