14 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2016
ÎSTANBUL
Ji bo bîranîna kesên ku 2 roj berê di êrîşa terorê ya Meydana Siltanehmedê da mirin, qerenfîlan datînin der û dora Dîkîlîtaşê û findan vêdixin.
Welatî û tûrîst çîçekan datînin cihê êrîşê û findan vêdixin.
Alaya Sûriye û Tirkiyeyê bi hesinê der û dorê va hatiye aliqandin û sûriyeyiyan nivîsên ku terorê şermezar dikin bi hesinan va daliqandine û li ser pankartê "Em sûriyeyî bi tirkan ra li dijî terorê ne" nivîsandine. Her wiha li ser tîşortekî bi îngilizî "Ez ji stenbolê hez dikim" nivîsîne.
Bi qerenfîlan li erdê şiklê qelb hatiye çêkirin û di nav qelb da find tên vêxistin. Atqiyên tîmên alman ên wek Borussia Dortmund, Schalke 04, Bayern Munîh û Verder Bremen bi hesinên der û dorê va hatine daliqandin.
Ji aliyekî din va mensûbên medyaya biyanî li Meydana Sultanehmedê weşana zindî dikin, polês tûrîst û welatiyan kontrol dike û paşê hildide meydanê.