GAZÎANTEP
Cenazeyê 5 kesên ku di teqîna li Sirûcê de mirin, piştî muameleyên otopsiyê şandin bajarên wan.
Cenazeyên ku muameleyên wan ên li Saziya Tiba Edlî ya Gazîentabê temam bûn, anîn morga li Goristana Esrî.
Cenaze vir ji bo definkirinê hatin amadekirin û 5 cenaze piştî nimêja mirî şandin Hatay, Qeyserî, Samsun, Stenbol û Patnosa navçeya Agiriyê.
Hat diyarkirin piştî ku muameleyên 25 cenazeyên din hatin temamkirin dê piştî merasima ku dê li Mizgefta Bahaeddîn Nakiboglu bê lidarxistin bişînin bajarên wan.
Şemsa Yutgula dayika Murat Yurgulê xwendekarê Beşa Psîkolojiyê ya Zanîngeha Arelê ya Stenbolê diyar kir ku dilsoj in û xwest ku kesên ku ev qetlîam kirin di demeke kurt de bên cezakirin.
Di vê navberê de gelek welatî hatin ber derê morgê zêmar gotin û giriyan.