12 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2016
PARÎS
Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls got welatên ku tûşî êrîşên terorê tên divê destegiriya hevdu bikin.
Valls piştî civîna grûba Partiya Sosyalîst a desthilat ya li Meclisa Neteweyî ya Fransayê bersiv da pirsên rojnamegeran ên der barê êrîşa terorê ya li Sultanehmedê.
Serokwezîrê Fransayê Valls wiha got, "Fransa, Tirkiye û hemû welatên ku tûşî êrîşên terorê tên divê destegiriya hevdu bikin û hemû derfetên xwe divê di têkoşîna dijî tehdîda terorê da biemilînin."
Valls got ku aniha di destê wan da agahiyeke teqez tune ka di nava kesên ku di êrîşê da mirin, welatiyên Fransayê hene an na.