DIYARBAKIR
Îdianameya der heqê kuştina Yasîn Boru û 3 hevalên wî de ji hêla dadgehê ve hat qebûlkirin.
Di çalakiyên bêdestûr ên ku bi hinceta dagirkirina DAEŞê ve hatibûn lidarxistin de Yasîn Boru û 3 hevalên wî hatibûn kuştin. Der heqê kuştina wan de Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê îdianameyeke ku ji 53 rûpelan pêk tê amade kir û şand dadgehê.
Dadgeha Cezayê ya Giran a 5an a Diyarbekirê jî îdianameya ku bi hûrgilî qala kuştina Yasîn Borû, 3 hevalên wî û bûyerên ku di 7ê cotmehê de di navbera hêzên ewlehiyê û çalakvanan de qewimîn dike, qebûl kir.
Di rojên pêş me de darizandina bersûcên ku di çarçoveya vê dozê de hatibûn binçavkirin jî wê dest pê bike.