ANKARA
Di daxuyaniya heyeta HDPyê de der barê xeberên ku di medyaya civakî de tên weşandin de wiha hat gotin: "Di medyaya civakî de der barê Birêz Ocalan de dibêjin ku mirî ye. Ev xeber derew in, armanca van provakasyon e."
Di daxuyaniya li ser navê heyeta HDPyê ya ku ji Cîgirserokên Komê Îdrîs Baluken û Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê de wiha hat gotin:
"Di medyaya civakî de der barê Birêz Ocalan de dibêjin ku mirî ye. Ev xeber derew in, armanca van provakasyon e. Em wek heyet bi Wezareta Dadê re ketin têkiliyê û di encama têkiliyan de wana jî teyîd kir ku aramanca van agahiyan provakasyon e. Divê gelê me û raya gişkî ya demokratîk guh nedin van xeberan."