Di demên dawîn de êrîşên terorî zêde bûn û bikaranîna ziman û tevgerên saziyên medyayê yên di vê meseleyê de dibin sedema nîqaşê û pispor jî ji rayedarên medyayê hêvî dikin ku bila di weşanên xwe yên di vê mijarê de bi berpirsyarî tevbigerin.
Di çapemeniyê de nîqaşên li ser mijarên wek ewlehî û azadiyê, "haypêbûn, azadiya îfade û edîtoryeliyê", "bi kêrî raya giştî", "berjewendiyên welêt", "navbeynkarê propagandaya terorê", "têkoşîna bi terorê re" her tim didomin.
Serokê Makezanista Rojnamegeriya Giştî ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Stenbolê Prof. Dr. Murat Ozgen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li Tirkiyeyê her kom û civak bûyeran li gor berjewendiyên xwe şîrove dikin û dixwazin ku ew rê nîşanî raya giştî bidin û wiha pê de çû: "Li rojava dema ku bûyereke terorî ya li hemû welêt bitesîr be biqewime, hemû medya bi giştî li ser hîseya hevpar tevdigere. Lê li welatê me hemû alî û kom dixwazin çapemenî li gor daxwaza wan tevbigere û haya raya giştî li gora dilê xwe ji meseleya bixin û ji ber vê jî bi piranî nûçeyên derew û çelwer tên weşandin. Sedemên vê tevgerê gelek in lê sedema sereke jî ew e ku hîseyên me yên hevpar bere bere ji holê radibin. Normal e ku medya xwediyê nêrînên ji hev cihê be lê ev yek divê neyê asta jihevqetandinê."
Ozgen bal kişand ser ziman û helwesta medyayê ya ku li hemberî bûyera ku li Farqîna navçeya Diyarbekirê qewimî û wiha pê de çû: "Zimanê ku di bûyera li Sîlwana navçeya Diyarbekirê bombeya li keviya rê teqiya de hat bikaranîn weke ku bombeyê sûcdar bike bû. Di vê nêrînê de ew kesên ku bombe kirine wê derê, yên ku wê ji vê yekê îstifade bikin û bi kêrî wan bê qet nehatine rexnekirin. Ji aliyê din ve ew hevok peyvên ku ji bo rojhilat û rojavayê welêt weke ku miletê li hev sor bike cihê cihê tên bikaranîn jî qet rast nînin û ev yek li dijî demokratîkbûnê ye jî. Li gor şert û mercan helwesta medyayê ya li hemberî bûyeran diguhire."
- Fendoglu: "Medya divê dirûst tevbigere"
Hîndekarê Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Hacettepeyê Prof. Dr. Hasan Tahsîn Fendoglu jî destnîşan kir ku armanca rêxistinên terorê ew e ku otorîteya welêt û raya giştî bişkênin û ji ber vê jî divê saziyên çapemeniyê li hemberî nûçeyên terorê de bi baldar bin û bi berpirsyar tevbigerin û axaftina xwe wiha domand: "Medya çawa ku heqê gel ê hayjêbûnê diparêze divê heqê wan xizmên kesên ku rastî êrîşên terorî hatine jî biparêze, di meseleya taybetiya jiyana şexsî, berjewendiyên raya giştî û lazimatiyên demokrasiyê jî de divê hesas be."
Fendoglu ragihand ku divê medya gel rast hay ji meseleyê bike lê nebe sedema înfialê.
Dekanê Fakûlteya Zanîstên Însanî û Civakî ya Zanîngeha Medîpolê Doç. Dr. Alî Buyukaslan got ku medya di weşanên xwe de ji bo ku nekeve asta piştgirê çalakiyên rêxistinên terorê divê bi baldar tevbigere û wiha dewam kir: "Medya di zimanê ku bi kar tîne de, di pêşkêşkirina nûçeyê de, di bikaranîna dîtbarî û yên wek wê de divê li hemberî terorê heta ji dest bê bi baldar be."
Ozkir: "Medya bi tevahî divê ji terorê re bibêje teror"
Hîndekarê Fakûlteya Ragihandinê ya Zanîngeha Îstanbûl Tîcaretê û Lêkolînerê Maseya Medyayê ya SETAyê Alk. Doç. Dr. Yusuf Ozkir jî diyar kir ku medyaya di bin kontrola rêxistinên terorê de ne kêm in û ji bo ku peyama xwe bi giştî bidin bihîstin jî girîngiyê didin saziyên medyayê.
Ozkir destnîşan kir ku saziyên medya û çapemeniyê yên li Tirkiyeyê di meseleya terorê de dev ji berjewendiyên xwe berdin û li gor berjewendiyên hemû welêt divê tevbigerin û wiha dewam kir: "Ziman û weşanên ku di demên dawîn de hin saziyên medya û çapemeniyê bi kar tînin herî zêde kêfa rayedarên rêxistinên terorê tîne. Êrîşên ku rêxistin li dar dixe bi destê medyayê bi zêdekirin, jinûvenivîsandin, bi halekî dramatîk dayîn jî di nav de hedefên rêxistinê ne. Rêxistina terorê di wê îdiayê de ye ku çalakiyên li dar dixe maqûl nîşan bide. Niha li Tirkiyeyê tevgerên hin saziyên çapemeniyê yên ku weşanê dikin tên vê meneyê."
- Li Îngilistan û Almanyayê rewş
Di mijara azadiya îfadeyê de Îngilistan û Almanyaya ku ji çar aliyê dinyayê re wek mînak tên nîşandin saziyên wan ên medya û çapemeniyê di mijara terorê de zêdetir hesas in û bi yekdengî tevdigerin. Lê ev yek li Tirkiyeyê pir nayê zanîn.
Saziyên rojavayî rêgezên wek "heke berjewendiya welêt tunebe bi terorîstan re hevpeyvîn nayê kirin.", "Divê meriv nebe navbeynkarê nasandin û propagandaya rêxistinên terorê. Lê dema ku mesele ji derveyî welatê wan be mîna rêxistinên terorê yên wek PKKê nêrîna wan a di vê mijarê de diguhire û bi heman çavî li meseleyê nanihêrin.