RAMALLAH
Hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê îdia kir ku roket avêtine başûrê welêt û li Xezeyê êrîşa hewayê bir ser mewziyeke leşkerî.
Li gor nûçeya radyoya Îsraîlê artêşa Îsraîlê îdia kir ku ji Xezeyê roket avêtina herêma Eşkolê ya ku dikeve başûrê welêt û êrîşa hewayê bir ser mewziyeke leşkerî ya li Xezeyê.
Ji aliyê din ve televîzyona Qenal 10 a Îsraîlê da zanîn ku pergala şopandina zû di şopandina roketa ku ji Xezeyê hat avêtin de bi ser neket.
Komên berxwedanê yên filîstînî der barê mijarê de hêj tu daxuyanî nedan.