XEZE
Artêşa Îsraîlê êrîşî avahiya ku şaxa Anadolu Agencyê (AA) jî tê de ye kir. Artêşa Îsraîlê li herêma Enbarê êrîş bir ser avahiya ku şaxên çapemeniyê tê de nin.Di êrîşê de şaxa AAyê ya ku di qata sêyemîn de ye tu zirar nedît lê di qata 10î ya ku êrîş lê hat kirin de zirar gelek e. Ji ber êrîşê mirî û birîndar hene yen na hêj nediyar e.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê Eşref el-Qudra diyar kir, di êrîşên ku Îsraîl ji 7ê tîrmehê heta niha li ser Xezeyê didomîne de hejmara kesên can dan derket hezar û 119an hejmara birîndaran jî ji 6 hezar û 550yî derbas bû