ANKARA
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind di Doza Şîkeyê de îtiraz red kirin. Piştî ku serdogerî dosyeyê bişîne Dadgeha Cezayê ya Giran a 16emîn dê ji bo Azîz Yildirim pêvajoya înfazê dest pê bike.
Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind a 5emîn lekolîna temyîzê ya der barê biryara Dadgeha Cezayê ya Giran a 16emîn a der barê 85 bersûcên ku di nav de Azîz Yildirim, Olgun Peker, Serdar Adali û Tayfur Havûtçû jî heye di 17ê çileya paşîn de temam kir.
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind îtirazên ji bo dosyeyê red kir û şand Dadgeha Cezayê ya Giran a 16emîn a Stenbolê.
Dadgeh dê xebatên înfazê temam bike û dosyeyê bişîne Dozgeriya Înfazê û dê Dozgeriya Înfazê der barê bersûcan de pêvajoya înfazê hesab bike û biryara lêgerînê derxe. Bi vî awayî dê ji bo Azîz Yildirim pêvajoya înfazê dest pê bike.
Yildirim nêzî salekê di girtîgehê de ma û dê cezayê xwe yê mayî jî bikşîne.