Armanca Akademiya Nûçeyan a AAyê ew e ku bi tenê ji bo AAyê na, ji bo saziyên çapemeniyê yên din jî nûçegihanan bigihîne û di çarçoveya têkiliya di navbera hoste û şagirtan de nivîsandina nûçeyan, kirina hevpeyvînan, çêkirina nûçeyên taybet, kişandina wêne û vîdeoyan hînî nûçegihanan bike.
Di çarçoveya bernameya "Perwerdeya Nûçegihaniyê Nifşa Nû" de ders dê 2 mehan dewam bikin, di 26ê cotmehê de dest pê bikin û di 18ê berfanbarê de dawî bin.
Perwerde yê li Midûriyeta Herêma Stenbolê ya AAyê bê dayîn, beşdarvan wê di meha ewil de ji nûçegihanên AAyê yên pispor dersên teorîk bistînin, di meha din de jî dest bi nivîsandin û kişandinê bikin.
Di encama perwerdeyê de ew ê sertîfîkayê bidin kesên ku di "Perwerdeya Nûçegihaniya Nifşa Nû" de serkeftî bibin.
Namzedên ku dixwazin serî lê bixin dikarin forma li ser malpera "www.aahaberakademisi.com"ê tijî bikin.
Formên ku kêmasiya wan hebên, serîlêxistênên şexsî û yên bi posteyê bên kirin ew ê neyên qebûlkirin.