ANKARA - Huseyin Karatepe/ Bulent Karaaslan
Wezîrê Bazirganî û Gumrikê Hayatî Yazici diyar kir ku nûçevanî karekî gelek girîng e û ji bo vê jî divê ew kesên di vî karî de dixebitin gelekî bi baldarî tev bi gerin.
Yazici dest nîşan kir ku divê ajansên nûçeyan bûyeran bê şîrove bidin û wiha got: "Divê nûçe zelal be û di şîroveyên nûçeyan de azadî hebe. Heke hûn nûçe wek xwe bidin, dê temaşevan şîroveya nûçeyê bikin. Yanê heke hûn bûyeran bi şîrove bidin hûnê bikevin nav xeletiyê. Şîroveya we dê wek fiîlên kesên din bê pêşkeş kirin. Ji ber vê yekê divê saziyên çapemeniyê dîmen çawa bin, wisa bidin. Wisa difikirim ku heke nûçeyan berevajî nekin dê wê demê bibin rojnamevanên eslî. AA, ji roja ava bûye heya niha li gor prensîban û bi awayekî objektîf weşanê dike. Ajansa Anadoluyê bi wergirtina mîsyoneke gelekî girîng li Misrê şahidiya dîrokê dike."
Yazici got ku aboriya Tirkiyeyê li gor berê bi hêz û dewlemend dibe, lê dîsa jî dewlemendiya wan ya herî mezin rihê biratiyê ye. Yazici wiha axivî: "Bûyerên li Misir û Sûriyê dikarin bandorî li me bikin. Lê belê ji bo me nirxên demokratîk girîngtir in. Em nirxên ku li Tirkiyeyê diparêzin li civatên cînar û welatên wekî birayê me jî tînin zimên. Gotina van tiştan qethiyen fantazî nînin, rastî li her derê rastî ye. Em ji bo xwe çi bixwazin, ji bo cînarê xwe jî wê dixwazin. Tirkiyeyê jî ji destê derbeyan gelek kişand. Heke em maliyeta derbeyan hisab bikin emê bibînin ka bûye çend milyon dolar."
Yazici diyar kir ku ji bo çareseriyê wek hikûmet xwedî vîneke bi hêz in. Yazici got ku bila tu kes di vê mijarê de nekeve mutalayan. Dilzîzîya gel dilzîzîya me ye jî. Ez bi bawer im ku kesek nikare bibe sedema paşdevegerîna vê pêvajoyê. Axaftina vê tenê jî dibe wesîleya ewlehiyê. Gelê me li vê pêvajoyê xwedî derket."