Anadolu Agency (AA) her ku diçe pergala xwe ya wêne belavkirinê mezin dike û pêşve dibe. AAyê li çar aliyê dinyayê bi gelek ajansên wênebelavkirinê re peyman îmze kiribû. Peymana herî dawî jî bi "VI Images"a ajansa sporê ya Hollandayê re çêkir. Bi vê peymanê AAyê ji bo mezinbûna xwe ya kurewî gaveke girîng avêt.
Ji bo wêneyên Anadolu Agencyê li çar aliyê dinyayê di çapemenî, rojname û malperên înternetê de bên bikaranîn di 2013an de gelek peyman hatin îmzekirin. Bi saya van peymanan bi navbeynkariya ajansên mezin ên navneteweyî wêneyên AAyê li hemû dinyayê hatin belavkirin. Anadolu Agencyê ewilî bi AFP Imageforûmê re peyman mohr kir û paşê jî ji bo bikaranîna wêneyên AAyê bi Getty Images, DPA, Contacto, Scanpixê re peyman çêkir û herî dawî jî bi VI Imagesê re li hev kir. Piştî lihevkirina bi van ajansên navneteweyî yên gelek bi hêz re derî li pêşiya bikaranîna wêneyên AAyê vebû. Wêneyên AAyê êdî bi vê sayê çapemeniya Amerîkayê di serî de, di çapemeniya Ewropa, Asya û çar aliyê dinyayê de tên bikaranîn.
Anadolu Agency bi pergala xwe ya networka global ve her meh li çapemeniya dinyayê 3500 wêneyî belav dike û ji van wêneyan hinek jî di rojeva navneteweyî de cih digrin. Ev wêneyên ku bi mohra "Anadolu Agency"ê ve tên weşandin her ku diçe li çar aliyê dinyayê di rojname, kovar û malperên înternetê de bi awayekî berfireh tên bikaranîn.
AA, wêne û nûçeyên bûyerên Rojhilata Navîn, Afrîkaya Bakûr û gelek deverên din diqewimin bi lezgînî servîs dike. Bi vê xebat û lezbûnê AA dixwaze ku di nav ajansên herî girîng ên dinyayê de cih bigre.
AAyê derbeya leşkerî ya ku di mehên borî de li Misrê qewimî û êrîşên bi çek ên ku li dijî gel hatin kirin ji cihê bûyerê weşand. Anadolu Agencyê di van rojên dawîn de jî bobelata bagera Filipînê û êrîşa ku li ser Balyozxaneya Îranê ya Beyrûdê ji serî heta dawiyê bi wêneyên nûçegihanên xwe gihand hemû dinyayê.
Anadolu Agency di çapemeniya navneteweyî de her ku diçe xwe baştir nîşan dide û xurt dibe. Edîtorên rojname, kovar û malperên înternetê jî diyar kirin ku bi saya AAyê alternatîfên wan ên dîtbarî zêde bûne û wêneyên AAyê jî êdî ji bo wan wek çavkanî ne.