ANKARA
Akademiya Nûçeyan ya Anadolu Agencyê ji bo perwerdekirina "nûçegihanê wêneyan yê nifşa nû" û pêdiviya personelan dest bi "Bernameya Perwerdeyê ya Nûçegihaniya Wêneyan" dike.
Akademiya Nûçeyan di çarçoveya vîzyona Anadolu Agency ya sala 100emîn de hat damezrandin. Akademî ji bo perwerdekirina "nûçegihanê wêneyan yê nifşa nû" û pêdiviya personelan dest bi "Bernameya Perwerdeyê ya Nûçegihaniya Wêneyan" dike.
Kesên namzet dikarin di navnîşana ''www.aahaberakademisi.com'' de lînka ''http://aahaberakademisi.com/Applicationform.aspx''ê bitikînin, formê tijî bikin û bi weneyekê serlêdanê bikin.
Formên ku kêmasî tê de hebin wê neyên nirxandin. Serlêdanên ku bi desta tên dayîn û bi postê tên şandin dê neyên qebûlkirin.
Navê kesên ku ji bo mulaqatê hatine qebûlkirin dê di 29ê çiriya paşîn de bê eşkerekirin.
Mulaqat jî dê 2-3-4 29ê çiriya paşîn a 2013an de bê kirin. Diyarkirina navê xwendekarên dê qeyda xwe bikin di 9ê kanûna 2013an de ye.