E.O
28 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
ANKARA
Midûriya Giştî ya Ajansa Anadoluyê (AA) ji bo ku îtibarê nûçeyên ku ser hesabên çapemeniya civakî û şaxên malperan ên ku navê saziyê bi kar tînin tên parvekirin nekin hişyarî da abone û şopînerên xwe.
AAyê daxuyaniyek da û da zanîn ku li înternetê û çapemeniya civakî hin weşanên manîpulatîf bi AAyê re tên têkildar in û çêkirin.
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku welatî îtibarê weşanên manîpulatîf ên bi vî awayî nekin û wiha hat gotin: "Hat tespîtkirin ku li înternetê niçika "clonezone.lînk" hatiye bikaranîn ku nûçeyên ku yên Ajansa Anadoluyê nînin wekî ku yên AAyê ne li malperan û di çapemeniya civakî de didin nîşandan. Naverokên ku bi van niçikan tên weşandin ji aliyê kesên niyedxirab ve ji bo ku raya giştî bixapîne hatine amadekirin. Tu eleqeya van weşanan bi Ajansa Anadoluyê re tune. Der heqê weşanên manîpilatîf ên bi vî awayî yên ku yên Ajansa Anadoluyê nînin teşebûsên hiqûqî yên hewcedar dan destpêkirin. Bi rêzdarî ji raya giştî re tê ragihandin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji bo ku bikarin bigihên nûçeyên ku AAyê çêkirine divê malpera bi navê "www.aa.com.tr" û hesabên çapemeniyê yên ku ji aliyê AAyê ve hatine tesdîqkirin bên bikaranîn.