ÎSTANBÛL
Anadolu Agency di çarçoveya "12mîn Xelata Zilamên Sporê yên Tirkiyeyê" de dê xelata "Ajansa Salê ya Nûçeyan" werbigre. 12mîn Xelata Zilamên Sporê yên Tirkiyeyê îsal bi hevpariya Zanîngeha Halîç û Spornewsê hat amadekirin.
Spornewsê daxuyanî da û destnîşan kir ku di 16ê çileya pêşîn de ji bo dayîna xelatan dê merasim bê lidarxistin.
Di merasima li Eywana Konferansa Mecîdiyekoyê ya Zanîngeha Halîçê de, dê Anadolu Agency jî xelata "Ajansa Salê ya Nûçeyan" werbigire.