LONDRA
Anadolu Agency di çarçoveya sazîbûna xwe ya gerdûnî de li Ewropayê dê bi ofîsa Londrayê bibe navenda dîplomasî, werziş û aboriyê. Ofîsa AAyê ya Londrayê dê di 21ê sibatê de vebe.
Ofîsa AAyê ya Londrayê dê bi beşdariya Arîkarê Serokwezîr Bulent Arinc û Serokê Lijneya Rêvebiriyê û Midûrê Giştî yê AAyê Kemal Ozturk bê vekirin. Ofîs nêzî parlementoya dîrokî ya Ingilistanê ye.
Bi minasebeta vebûna ofîsa AAyê di heman rojê de li Navenda Çanda Tirk û Yûnis Emre dê pêşengeha wêneyan ya "di objektîfên AAyê de dinya" bê vekirin.
Ofîsa Ayyê ya Londrayê dê xizmeta armanca 100emîn ya AAyê bike. Ofîsa AAyê ligel Ingilistanê dê geşedanên girîng ragihîne Îskoçya, Îrlandaya bakur û Gallerê.