ANKARA
Gerînendeyê Nûçeyên Afrîkayê û Rojhilata Navîn yê Anadolu Agencyê (AA) Tûran Kişlakçi beşdarî Forûma Serokên Medyaya Afrîkayê bû û nûnertiya AAyê kir.
Forûm li paytext Addîs Adabaya Etiyopyayê hat lidarxistin û mijara wê ya îsal jî "Medya û Ronesansa Afrîkayê" bû.
Kişlakçi nêrîna xwe ya der barê forûma ku ji parzemîn û derveyê parzemînê nêzî 950 nûnerên saziyên medyayê beşdar bûnê parve kir û got: "Afrîka li medyaya xwe digere. Pêwîstiya vê parzemînê bi çavkaniyekê heye wê bi dinyayê baş bide nasîn. Rojnamevanên ku me li vê derê bi wan re hevdîtin kirin dibêjin ajansên rojavayê der barê parzemîna me de her tim nûçeyên neyînî didin û ji ber vê yekê jî hewcedariya me bi Anadolu Agencyê (AA) heye. Bi vê forûmê me careke din dît ku divê AA li vê derê xebatên xwe zêdetir bike. Bandora neyînî ya ku ajansên rojavayê li vê derê hiştine demildest bê rakirin. Siyasetmedar û rojnamevanên parzemînê ji AAyê gelekî bi hêvî ne."