ANKARA
Anadolu Agency dê cara ewil pêşbaziya wêneyan a navneteweyî ya "Istanbul Photo Awards"ê li dar bixe. Serlêdanên pêşbaziyê dê di 1ê sermawezê de dest pê bikin.
Armanca Anadolu Agencyê ew e ku di çarçoveya Vizyona Sala 100emîn de bibe yek ji 5 ajansên herî baş ên cîhanê. Anadolu Agency di vê çarçoveyê de pêşbaziyeke wêneyan a navneteweyî li dar dixe. Serlêdanên 'Istanbul Photo Awards'ê ya ku dê cara ewil bê lidarxistin di 1ê sermawezê de dest pê dike.
Namzedên pêşbaziyê dê bikaribin ji ser http://istanbulphotoawards.comê serî lê bidin û serlêdan dê heta 31ê kanûna paşîn dewam bike. Wênegirên çapemeniyê yên ku bi wêneyên xwe yên nûçeyan di rojeva cîhanê de cî girtin, dê bikarin serî lê bidin. Juriyeke navneteweyî ya ku ji edîtorên wêneyan ên rojname û kovarên saziyên çapemeniyê yên herî bi prestîj pêk tê dê serkeftiyên "Istanbul Photo Awards"ê diyar bikin. Merasima xelatdayînê dê di nîsana 2015an de li stenbolê bê lidarxistin. Di pêşbaziyê de ji bo çar kategoriyan û xelateke taybet a juriyê bi tevahî 58 hezar dolar bê dayîn. Dê 8 hezar bidin yekemînên her kategoriyê, dê 3 hezar bidin duyemînên her kategoriyê û dê hezar û 500 dolarî jî bidin sêyemînên her kategoriyê.
Istanbul Photo Awardsê di festîvala wêneyên nûçeyan a "Visa Pour l'Image Perpignan"ê ya ku di navbera 1 û 7ê îlonê de li Fransayê hatibû lidarxistin de, dabûn nasandin. Hûrgulıyên der barê pêşbaziyê de di malpera http://istanbulphotoawards.comê ya ku ji bo pêşbaziyê hat amadekirin û anadoluimages.comê de cî digirin.