31 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 01 Sibat 2017
VAN
Li Ercişa navçeya Wanê ji malekê bi qasî 3 qamyonan çop hat derxistin.
Li Taxa Tekevlera Ercişa navçeya Wanê, Ekîbên Zabîteyan yê Şaredariya Ercişê, li ser îxbarekê hatin tax kontrol kirin. Piştî tesbîtê ji mala welatiyekî bi navê Malik Bilek ku tê gotin pirsgirêkên wî yên derûnî hene, bi qasî 3 qamyonan çop hat derxistin.
Ekîban herwiha Bilekê ku tenê dijî ji ber pirsgirêkên wî yên derûnî, ew teslîmî Navenda Rehabîlîtasyona Midûriya Polîtîkayên Malbatî û Civakî ya Ercişê kirin.
Paşmayîk û çopên di malê da bi mebesta îmhakirinê li qamyonan kirin û birin çopgehê.