KAYSERÎ
Bi piştgiriya Wezareta Tendûristiyê li Zanîngeha Erciyesê û Zanîngeha Firatê parêza li dijî Nexweşiya Kirim Kongoyê hat çêkirin. Parêz li ser mişkan hat ceribandin, ji sedî 80yî serkeftin hat bidestxistin. Parêz hatiye wê asta ku li ser mirovan bê ceribandin.
Serokê Şaxa Zanista Virolojiyê û rêvebirê projeyê Prof.Dr. Aykut Ozdarendeli got di xebata ku bi serkêşiya TÛBÎTAKê tê meşandin de merhaleya yekem bi awayekî serkeftî qediya.
Ozdarendeli diyar kir ku merhaleya duyem a xebatê di Navenda Pêşvebirina Parêzê de didome û wiha dewam kir:
"Me di ceribandinên xwe yên li ser mişkan de ji sedî 80yî encamên baş bi dest xistin. Niha dor hate merhaleyên duyemîn û sêyemîn. Em ê merhaleya duyemîn ya ku li Navenda Pêşvebirina Parêzê didome di demeke kurt de biqedînin. Em plan dikin piştî ku me destûr bi dest xist, di meha kanûnê de emê li Navenda Sepanên Klînîk yên Baş de parêzê li ser dilkiriyan biceribînin. Bi navê faz-1, faz-2 û faz-3 sê merheleyên van ceribandinan hene. Ev jî dê bi qasî 5-6 salan bidome. Ceribandinên faz-1ê yê ku dê bi qasî 6 mehan bidome û emê li ser 100-150 kesî ceribandinê bikin. Piştî ku me di testên xwînî de muhafazaya parêze ya li hember NKKyê tespît kir emê derbasî merhaleyên din bibin."
Ozdarendeli dest nîşan kir ku di çarçoveya faz-2 û faz-3yê de li herêmên pîlot yên ku Wezareta Tendûristiye diyar kirine, li ser 3-4 hezar kesên ku temenê wan di navbera 18 û 65 salan de ye, parêz dê bê ceribandin. Ozdarendeli got ku piştî 6 an 7 salan dê derbasî merhaleya dawîn, yanî merhelaya endustriyel bibin. Piştî ku di hemû merheleyan de serkeftin çêbû, dê bi rêya Wezareta Tendûristiyê an jî sektora taybet derbasî hilberînê bibin. Bi vî awayî dê pêşî li vê nexweşiya bi talûke bê girtin.