02 Adar 2017•Rojanekirin: 03 Adar 2017
VAN
Şaredariya Edremîta Wanê ya ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va Qaymeqam Atif Çîçeklî bi Biryarnameya Hikmê wê wek Qanûnê ye va lê hat wezîfedarkirin, der barê Gola Wanê de projeyek da destpêkirin.
Li gor vê projeyê, kargehên ku li ser eraziyên xezîneyê hatine çêkirin û qeraxa Gola Wanê dorpeç kirine wê bên xirabkirin ku hawîrdora golê xweştir û firetir bibe.
Qadeke 2,5 kîlomêtrokareyî ewil wê bi lembeyan va bê ronîkirin, rêyên meşê û duçerxeyan wê bên çêkirin. Der û dora rêyan darê bêne çikandin, ji bo rûniştinê bank wê bên bicihkirin û ji bo xwarin û vexwarinê jî kafeterya wê bên çêkirin.
Qaymeqam Atif Çîçekliyê ku bi BHQyê ve wek Wekîlê Şaredarê Edremîtê hatiye wezîfedarkirin ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku bihayê ve projeyê 10 milyon lire ye û raya giştî ji ber vê projeyê kêfxweş e.
Çîçeklî daxuyand ku piştî ku ev proje temam bibe, gelek kes û turîst wê bên der û dora Gola Wanê bigerin û bêhna xwe bidin.
Çîçeklî anî ziman ku ew hewl didin ku bibin "şaredariya civakî" û ji bo vê dixebitin.