Saziya Teknolojiyên Vejen û Pîşesaziyê ya Pêşvebirinê (NEDO) li ser daneyên 65 hezar nexweşan, ên ku Navenda Pençeşêrê ya Japonyayê hildan dixebitin. Heke xebata wan bi ser bikeve, di nav 5 salan de 13 cure pençeşêr û ji bilî vê, nexweşiyên wek Alzheîmer jî dê bi rehetî bên tespîtkirin.
Du şirketên japonan jî dê li ser molekulên mîcroARN, yê ku di xwîna mirovan de pençeşêrê didin nîşandan lêkolînan bikin.
Serokê NEDOyê Tomomîtsu Hotta, daxuyand ku 2 hezar û 500î zêdetir cure ji van molekulan di bedenê de heye û dibe ku ji bo pençeşêrên cuda bên tespîtkirin, ew rêyekî nişan bidin.
Hotta got ku heke test bi ser bikeve, dibe ku emrê mirovan dirêj bibe û ev jî ji bo pêşveçûna endustriya japonan baş be.
Bi vê testê ve tê plankirin ku pençeşêrên pişikê, bistan, kezeb, şîlav, mêjî û yên din bên teşhîskirin. Ji bo vê projeyê 57 milyon avro dê bê xerckirin.