Yılmaz Kazandıoğlu
22 Tebax 2024•Rojanekirin: 28 Tebax 2024
Masiyên încî kefalê di Gola Wanê da dijîn û dema ku wê xerzê xwe daynin jî berevajiyê avê xwe çeng dikin û koçî avên şêrîn dikin. Ji bo qîmeta încî kefalan zêde bibe jî konserveya wan hat çêkirin.
Masî her sal di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê da koçî avên şêrîn dikin ku xerzên xwe daynin û ji bo vê jî berevajî avên herikbar avjeniyê dikin. Masiyên ku di dema koçkirinê da balê dikişînin, li Wan û Bidlîsê deriyê debara bi hezaran kesan e jî.
Încî kefal li bajêr di nava nirxên herî bi qîmet da cih digire û salane hezar 10 hezar tonî masî tên girtin. Ji bo zêdekirina nirxê wan ê aboriyê û seba ku bi awayên cuda jî werin xwarin, xebat hat kirin.
Di vê çarçoveyê da bi teşebisa Parlamenterê Wanê yê AK Partiyê Kayhan Turkmenoglu Midûriya Çandinî û Daristanê çendek berê ji Çanakkaleyê ra 50 ton încî kefal şand.
Masî li vê derê di fabirqeya dardanelê da kirin konserve ku li marketan were firotin.
Bi saya çêkirina konserveya masiyan, ji bilî sezona girtina masiyan jî meriv dê bikaribe di demên din da jî încî kefaliyan bixwe û bi yekê tê xwestin ku pêşî li ber girtina qaçaxî ya masiyan were girtin.
Midûrê Bajêr yê Çandinî û Daristanê Îbrahîm Gorentaş ji nûçegihanê AAyê ra got ku încî kefal piştgiriyeke mezin dide aboriya bajêr û welêt.
Yaşar Ozdemirê ku bavê 4 zarokan e û di Gola Wanê da masîgiriyê dike jî got ku încî kefal di serdema qedexeya girtinê da baş hatin parastin.