BALIKESÎR
Di 1ê îlonê de qedexeya li ser masîgirtinê rabû û masîgiran got "Bisîmillah" û torên xwe avêtin behrê. Lê roja ewil bi dilê wan nebû. Ji ber vê heba palamûdan ji 12 lîreyî, heba masîwûrk û îstavrîtan jî bi 10 lîreyî hat firotan.
Lê piştî ku masîgiran û masiyan hêdî hêdî cihên xwe girtin û gihîştin qeraxê, bihayê masiyan erzan bû. Palamûd bûn 8 lîre, bihayê masîwûrk û îstavrîtan jî bû 5 lîre.