Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka sêyem a salê de li gor heyama par ji sedî 4,4 mezin bû.
Lijneya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên çaryeka sêyem a sala 2013an ya Dahata Nesafî ya Netewî (GSYH) ya ku bi rêya hilberînê hatiye hesabkirin daxuyand.
Li gor vê Tirkiye di çaryeka sêyem a salê de ji sedî 4,4 mezin bû. Dahata Nesafî ya Netewî bi rêya hilberînê hatiye hesabkirin. Li gor texmînan dahata nesafî ya netewî li gor par di çaryeka sêyem a sala 2013an de bi bihayên sabit wek 33 milyar û 33 milyonan pêk hat.