Îhtimala dibe ku nefta Herêma Kurdistanê ji ser axa sazîbûneke kurdan a muxtemel a li bakurê Sûriyeyê bikêşin Behra Spî û xeta li Tirkiyeyê jî bê pasîfîzekirin tê nîqaşkirin. Pispor diyar dikin ku xeteke boriyê ya bi vî awayî rasteqîn nîne.
Hîndekarê Zanîngeha Georgetowna DYAyê Jean Seznec diyar kir heke ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bifikire ku axa rêxistina kurdan a li bakurê Sûriyeyê bi kar bîne û nefta herêma Kurdistanê bikêşe Behra Spî dê alternatîfên wê kêm bin.
Seznec parast ku tekane alternatîfa herêma Kurdistanê ew e ku bi xeta boriyê ya ku li Xabûrê hat avakirin nefta ku tê derxistin bişîne Ceyhanê. Seznec got ku "Başûrê Iraqê bi destê DAEŞê hat blokekirin. Dema mirov ser rewşa ewlehiya Sûriyeyê difikire îxracata nefta HKIyê ya ser Sûriyeyê re mimkûn xuya nake."
Seznec got ku nefta herêma Kurdistanê tenê bi tirên biçûk dikarin ji axa Sûriyeyê re bikêşin Behra Spî û bal kişand ku di rewşeke wiha de hem dê mîqdara nefta ku ji ser axa Sûriyeyê tê kişandin kêm be hem jî dê bi maliyeteke zêde re rû bi rû bimînin.
-"Nikarin Tirkiyeyê pasîfîze bikin"
Ekonomîstê Vejenê û Serokê Beşa Şêwirmendiya Vejenê ya Manaarê Robin Miils jî da zanîn ku kurdên Sûriyeyê ji bo HKIyê rêheval an jî hevalên nêz nînin. Ji ber vê jî dê piştigirî nedin projeyeke ku li herêmê Tirkiyeyê pasîfîze dike.
Mills got dema mirov ji aliyê erdnîgariyê ve lê dinêre dibe ku nefta kurdan bi pasîfîzekirina Tirkiyeyê ji ser axa kurdên Sûriyeyê re bigihînin Behra Spî û wiha axivî: "Ji bo vê yekê divê xeteke boriyê ya nû bê avakirin. Ev pêvajo jî dê çend sal bigire. Birêvebiriya kurdan dibe ku bifikire ku bi tiran mîqdarên kêm neftê bifroşe lê ji bo mîqdarên mezin ne mimkûn e ku xeta boriyê bê avakirin. Her wiha tu temînata wê tune ka dê mîqdarên biçûk li Behra Spî bi hêsanî bê firotin an na."