Türkan Tosun
26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Banka Navend a Komara Tirkiyeyê rêjeya faîza îhaleya birepo a wadeya wê hefteyekê di sedî 8, rêjeya faîzê ya deyndariya şevekê di sedî 7,25 û rêjeya fonkirina marjînal a şevekê di sedî 9,25an sabit hişt, rêjeya faîzê ya deyndayînê ya asta lîkîdîteya dereng jî ji sedî 11,75an derxiste 12, 25an.
Lijneya Polîtîkayên Pere ya Bankeya Navendî ya Komara Tirkiyeyê wiha destnîşan kir, "Bilindbûna îştaha rîskê ya ku ji bo dema nêzîk tê pêşdîtin, herçiqas guvaşên maliyetê sivik bike jî lê sewiyeyên bilind ku enflasyon niha lê ye, seba awayên bihadanînê di xwe da rîskan dihewîne. Di vê çarçoveyê da ji bo rawestandina jihevketina ku wekî enflasyonê xuya dike, lijneyê biryara zexmkirina temisandina pere daye."