11 Sibat 2016•Rojanekirin: 12 Sibat 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Lijneya Giştî ya Konfederasyona Karsazên Ciwan a Tirkiyeyê (TUGÎK) da xeberda.
Serokomar Erdogan der heqê êrîşên li dijî Yenî Şafak û Yenî Akîtê da wiha got: "Vê sibehê bi molotof û çekan êrîşî du rojnameyên me Yenî Şafak û Yenî Akîtê kirin. Hemd ji Xwedê ra tu kes nemir. Bi tenê avahiyên rojnameyên me xisar dîtin. Ez van êrîşan bi tundî şermezar dikim, ji xwediyê van rojnameyan, rêvebir û xebatkarên wan ra dibêjim ku derbasî be. Demek berê paceyên avahiyê rojnameyeke me ya din ne ji ber molotof û çekan, lê ji ber rageşiyê şikiyabûn. Yên ku wê demê dinya hejandin, gelo wê li hember van êrîşan çawa tevbigerin, ez ê bibaldarî vê bişopînim. Ka em ê bibînin çawa tevdigerin. Ez ê tevgerên wan kesên partiya ku weşanên van rojnameyan ji ber ku hez nedikirin li ser kursiyê diavêtin erdê û van ji rêxistina terorê ra hedef nîşan didan jî ji nêz va bişopînim."
Erdogan der barê mijara faîzê da wiha xeberda: "Ez di mijara faîzê da hesas im. Faîzê bi taybetî jî ez wekî girîngtirîn sedema enflasyonê dibînim. Di pêwendiya sedem û encamê da faîz sedem e, enflasyon jî encam e. Faîz û enflasyon hevrêje ne, dijrêne nînin. Heger kî dixwaze faîzê zêde bike, li vî welatî ew dijminê veberhênanê ne, dijminê îstixdamê ne. Ez vî jî eşkere dibêjim."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku kesên hêvî dikirin ku wê Tirkiye di ciyê xwe da raweste xelet derketin û wiha dewam kir: "Ez dibînim kesên ku hêvî dikirin wê Tirkiye di 2015an da pêşva neçe, cardin xelet derketin. Hûn dizanin ez her tim li dijî notên saziyên navneteweyî derdikevim ku didin Tirkiyeyê û ez her tim îtiraz dikim. Hin ji van bi niyete ne baş tên kirin û hin ji van jî ji ber ku Tirkiyeyê nas nakin wiha dikin. Biryar û daxuyaniyên saziyên navneteweyî yên wiha zanistî nînin, siyasî ne."
Erdogan der barê koçkirina penaberan da wiha axivî: "Sedema mezin a vê koçê ew e ku Rûsya û rejima Esed gelê sivîl hedef digirin û êrîşî wan dikin. Neteweyên Yekbûyî şûna van kesên ku êrîşan dikin tevdîran bibîne, bangî welatê me dike. Ev jî ne dilsozî ye. Dibêje 'deriyên xwe vekin û destûrê bidin wan.' Baş e, ey Neteweyên Yekbûyî tu çi karî dikî, wezîfeya te çi ye? Tirkiyeyê heta niha 10 milyar dolar ji bo penaberan xerc kiriye, te çiqas piştgirî da, 455 milyon dolar. Şerm e şerm..."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev Teşkîlata Neteweyên Yekbûyî ji bo vî karî nehat avakirin, 'derî veke.' Hejmara penaberan a ku welatên din ên dinyayê qebûl kirine, çiqas e? Hinekan 100 heb hildane, ê din 300 heb, 500 heb, hezarek. Li ser eniya me enayî nanivîsîne li qisûrê mêze nekin. Heya derekê sebr sebr sebr û dû ra çi hewce be em ê wî bikin. Herhal otobês, balafir beredayî nasekinin. Çi bivê, ji niha şûnda wê bê kirin. Ê ku vê şîretê dide, bira bide welatên din ên ku endamê Neteweyên Yekbûyî ne da ku penaberên ji wir dertên em bişînin wan welatan jî."
Serokomar Erdogan wiha got: "Ew 3 milyar ewroyê ku hûn ê ji bo carekê bidin ji bo budçeya me nîne, bo ku derê ye? Ji bo penaberan e. Heta ku ev bûyer bidomin lazim e ev yek jî dewam bike. Ji xeynî wê heta niha me 9 milyar dolar pere xerc kir û ev yek jî bi hêviya ku wê ji we pere bê me nekir. Ew nîşane û hewcedariyeke mazûvaniya me bû û me ew kir. Em bi van kirinan jî xera nebûn û nabin jî. Em ê ji niha bi şûn va jî vê yekê bidomînin. Ev taybetiya me ye."
Erdogan diyar kir ku li dijî Tirkiyeyê durûtî tê kirin û wiha xeberda: "Mixabin em kesên ku çavên wan kor in û ferqê dikin navbera PYD û PKKyê dibînin. Radibin bi berpirsiyarê xwe yê ewlehiyê yê navneteweyî li Kobanêyê plaket didin. Hê jî radibin û dibêjin PYD û YPG 'rêxistinên terorê nînin.' Her tişt li meydanê ye û radibin berpirsiyariyên Tirkiyeyê yên navneteweyî tînin rojevê. Ez eşkereyî dibêjim ku ev durûtî ye."