Elif Orhan
29 Tebax 2019•Rojanekirin: 31 Tebax 2019
Berdêlên maliyeta înşeata normal a metroqareya avahiyan a ku li gor esasê baca malweriyê dê sala bê tetbîqkirin ji bo meskenan dê di navbera 70-83 lire û 3 hezar û 228,90 lireyî da biguhere.
Teblîxa Giştî ya Qanûna Bona Malweriyê ya ku Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û Wezareta Xezîne û Darayiyê amade kir di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Bi teblîxê berdêlên maliyeta înşeata normal a metroqareya avahiyan a ku li gor esasê baca malweriyê dê sala bê tetbîqkirin hat diyarkirin.
Li gor vê ji hêla avahiyên mesken va ji bo înşeatên luks sînorên herî kêm û herî zêde yên berdêlên maliyeta înşeatên normal a metroqareyê di navbera hezar û 473,07 lire û 3 hezar û 228,90 lire, ji bo înşeatên sinifa yekemîn 621,65 lire û 2 hezar û 159,27 lire, ji bo înşeatên sinifa duyemîn 437,93 lire û hezar û 462,94 lire, ji bo înşeatên sinifa sêyemîn jî 147,92 lire û 996,38 lire ji bo înşeatên ji rêzê jî 70,38 lire û 449,36 lire hat tesbîtkirin.
Bi teblîxê berdêlên maliyeta metroqareyê ya avahiyên din ên ku armanca bikaranîna wan cuda ye jî hat verastkirin.