Önder Beyter
10 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2017
ŞANLIURFA
Li Wêranşara navçeya Şanliurfayê înşeatek tep bû û di encamê da 3 karker birîndar bûn. Xebatên derxistina karkerê ku di binê kavil da ma, dewam dikin.
Li taxa Konakê înşeateke yekqatî ji ber sedema ku hê nehatiye diyarkirin, rûxiya.
3 karkerên ku di binê kavil da man bi destê welatiyên amade hatin derxistin û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê hatin veguhastin.
Herwiha xebatên lêgerîn û xelaskirina kesekî ku tê destnîşankirin di dema rûxînê da li wir bû û di binê kavil da maye, dewam dikin.
Ekîbên agirkujiyê xebatên xwe yên lêgerîn û xelaskirinê ligel makîneyên şixul dikin.