01 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Li nava welat û dervayê welat piyase ji ber 1ê Gulanê girtî ne, lê berjêrbûna dolar/TL û gram zêr ku kêm be jî miemele dibîne, dewam dike.
Dolar/TLyê roja înê bû 3,5382 û herwiha bi vê şikestinê va ji 3yê rêbendanê vir va herî zêde berjêr bû. Dolar/TL îro ji saet 10.45an pê va ji sedî 0,05 berjêr bû û daket 3,5504an. Di heman xulekan da ewro/TL 3,8687 e û herwiha sterlîn/TL jî ji sedî 0,3 şikest bû 4,5886.
Piştî şikestina roja înê ya di kûrên dowîzê da bihayê gram zêr heya 144,08an berjêr bû, ev sewiye di vê meha dawîn da sewiyeya herî nizm e. Îro jî ji sedî 0,5 berjêr bû û aniha ji ser 144,2 lîreyî tê firotan. Di heman xulekê da li Sûka Sergirtî zêrê çaryek ji ser 237, zêrê Komarê jî ji ser 967 lîreyî tê firotan.