Li gor zêringer û pisporan biha di demeke kurt de pir zû zêde bû. Dihat gotin ku zêr dê zêdetir dakeve lê îro tê dîtin ku bihayê zêr zêde bû. Ji bo vê jî, hat destnîşankirin ku divê tu kes guh nede gotegotan.
Serokê Komeleya Zêringer û Serafên Balikesîrê Îrfan Gunsay daxuyanî da nûçegîhanê AAyê û diyar kir ku li gor bendewariya wan lazim bû ku zêr daketa lê bendewariya wan pûç bû û zêr niha jî biha ye.