Önder Beyter
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
ÎSTANBUL
Ji ber temambûna beşa behrê ya Projeya TurkAkimê li Navenda Kongreyê ya Stenbolê merasimek hat lidarxistin.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di merasimê da axivîn.
- Ji bo herêmê gelek derfet hene
Serokomar Erdogan di merasimê da axivî û wiha got: "Em êdî gihîştin asta dawîn a Projeya TurkAkimê. TurkAkim ne bi tenê ji bo welat û miletê me, herwisa ji bo cîran û herêma me jî gelek avantajan di xwe da dihewîne."
- TurkAkim wê di sala 2019an da amade bibe
Erdogan behsa Projeya TurkAkimê û wê dema ku wê bikeve faaliyetê kir û wiha dewam kir: "Înşeallah piştî ceribandinên ku wê di sala 2019an da bên kirin wê amade bibe. Em hatin cem hev da ku em şahidiya gaveke nû ya hevkariya di warê vejenê da bikin. Ez wekî îfadekirina wê pileya bilind dibînim ku peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê gihîştine asteke bilind."
Serokomar Erdogan got Rûsya dostekî biewle ye û di tedarikkirina xaza sirûştî da xwedî cihekî taybet e û wiha oê da çû: "Hevkariya me ya bi Federasyona Rûsyayê ra di qadeke berfireh da dewam dike. Hedefa me ew e ku em û Rûsya em bigihîjin hecmeke bazirganiyê ya 100 milyar dolarî. Tirkiye ji 1987an vir va ji Rûsyayê 387 milyar metrekûp xaza sirûştî stendiye. Ev jî nîşan dide ku têkiliyên me yên di qada vejenê da ji hemû ceribandinan derbas bûne. Me tu wextî çarçoveya peywendiyên xwe yên bi Rûsyayê ra li gorî daxwaz û ferzkirinên welatên din durist nekir. Ez wisa bawer dikim hevkariya me ya bi Birêz Putîn û gelê Ûris ra wê ji bo welatên me bibe mizginiya projeyên mezintir."
Piştî axaftina Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn boriya dawîn a Projeya TurkAkimê ya ku wê li bin behrê bê bicihkirin bi telîmata Erdogan û Putîn hate daxistin.