ANKARA
Trêna Bilez a ku di navbera Stenbol û Enqereyê de dê bixebite, îro dê dest bi seferên xwe bike. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan dê beşdarî merasima trêna bilez bibe.
Merasima ewil a vekirina Trêna Bilez di saet 14.30an de li Gara Eskîşehîrê dê bê kirin. Merasima fermî jî di saet 18.30an de li Gara Pendîkê dê bê kirin.
Dirêjahiya xeta Trêna Bilez a Stenbol-Enqereyê 533 kîlomêtro ye, 245 kîlomêtroyê xetê di sala 2009an de hatibû qedandin û trên di navbera Eskîşehîr û Enqereyê de dixebite. Gava ku xet bi tevahî vebibe welatî dê ewilîn di 3 saet û nîvan de ji Stenbolê herin Enqereyê û piştî demekê jî ev dem dê dakeve 3 saetan.
Li ser rêya Trêna Bilez a Stenbol-Enqereyê 9 rawestgeh hene. Rawestgehên xetê wiha ne: Polatli, Eskîşehîr, Bozuyuk, Bîlecîk, Pamukova, Sapanca, Îzmît, Gebze û Pendîk.
Bihaya bilêta trênê jî ji aliyê Serokwezîr Erdgogan ve dê bê parvekirin.
Di hin roj û wextan de bilêtên trênê li gor rojên din dê erzantir bin.