Önder Beyter
28 Nîsan 2020•Rojanekirin: 28 Nîsan 2020
Warîlê nefta brent duh derket 22,22 dolarî û dû ra bi 20 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.25an pê va ji sedî 4 şikest û bû 19,20 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 17,96 dolarî hat firotin.
Tedbîrên têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) dikin ku bihayê nefta brent bişikê.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 19,17 û 19,56 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 18,78 û 18,39 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.