Serekê eşîreke li Enbarê Rafî Meşhan daxuyanî da Anadolu Agencyê û wiha got: "Artêşa Iraqê li navçeya el-Kermeyê ya li rojhilatê Fellûceyê li dijî sîvîlan dest bi bikaranîna bombeyên warîlê kir. Ji firokeyeke leşkerî warîlekî ku tê de madeya teqemeniyê hebû li ser zeviyeke li navçeya el-Kermeyê hat avêtin. Di erîşê de tu kes nemir û birîndar nebû."
Artêşa Iraqê hê der barê bûyerê de tu daxuyanî neda.
Ji hêleke din Berdevkê Çapemeniyê yê Nexweşxaneya Dewletê ya Fellûceyê Vîsam el-Îsawî daxuyand ku di êrîşên hewayî yên ku duh êvarê li dijî navçeya el-Kermeyê pêk hatin de 14 sivîl mirin û 16 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyê tên dermankirin.