12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Li Bazara Sergirtî cara ewil bihayê zêrê cumhuriyetê 1.000 lireyî derbas bû.
Li piyaseya serbest bahayê grama zêr, ji ber ku li piyaseya navneteweyî onsa zêr bû 1.200 dolar û kûra dolar bilind bû, cara ewil bû 151,6 lire.
Duh grama zêr ji sedî 2,2 zêde bû û ev 5 roj e li ser hev zêde dibe. Herî dawî grama zêr bû 148,2 lire.
Îro bihayê grama zêr gihaşt 151,6 lireyî piştre di saet 10.30an de ji sedî 1,5a di 150,5 lireyî de sekinî. Li Bazara Sergirtî zêrê çaryek bi 247, zêrê cumhuriyetê jî bi 1.010a hat firotin.