Haydar Şahin
01 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Li gor daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê (TÎM) di meha gulanê da îxracat li gor heman meha sala par ji sedî 12,2 zêde bû û derkete 14 milyar dolarî.
Daneyên îxracata ku di meha gulanê da hat kirin bi destê TÎMê hatin eşkerekirin.
Li gor vê di gulanê da îxracat li gor heman meha sala par ji sedî 12,2 zêde bû û derkete 13 milyar û 956 milyon dolarî.
Li gor daneyên Meclisa Îxracatkarên Tirkiyeyê di 5 mehên ewil ên îsal da îxracat ji sedî 9,3 zêde bû û gihîşte 69 milyar dolarî. Di 12 mehên dawîn da jî îxracat ji sedî 10,1 zêde bû û derket 161,7 milyar dolarî.