Haydar Şahin
30 Gulan 2018•Rojanekirin: 30 Gulan 2018
ANKARA
Li piyaseyên navneteweyî warêla pêtrola brent bi 75,25 dolarî tê firotin.
Do warêlê pêtrola brent bi 75,80 dolarî dest bi rojê kiribû û di nava rojê da derketibû 76,17 dolarî. Warêlê pêtrola brent îro serê sibê jî bi 75,35 dolarî dest bi rojê kir û ji saet 09.42yan pê va ji sedî 0,13 kêm bû û dakete 75,25 dolarî.
Di heman demê da warêlê pêtrola xam a Teksasa Rojava jî bi 66,72 dolarî hat firotin.
Pispor dibêjin li Erebistana Siûdî, Rûsya, Îran û Venezuelayê ku hilberîna pêtrolê kêm bibe li piyaseyên navneteweyî jî bihayê pêtrolê ew ê dakeve.