Fatih Gazioğlu
26 Hezîran 2017•Rojanekirin: 27 Hezîran 2017
ÎSTANBUL
Li giştiyê Tirkiyeyê di 5 mehan de heta niha 556 hezar û 784 xanî hatin firotin. Ev jî nîşan dide ku li gor par di firotina xaniyan de sedî 6,13 zêdebûn çêbûye.
Li gor daneyên ku nûçegihanê AAyê ji TUÎKê hildan, di sala 2017an de ji meha çileya paşîn heta gulanê, li Enqere û Stenbolê firotina xaniyan li gor bajarên din zêdetir çêbûye.
Li gor daneyan di 5 mehan de li Stenbolê 96 hezar û 386 xanî, li Enqereyê 62 hezar û 959, li Îzmirê jî 34 hezar û 305 xanî hatin firotin. Li Antalya, Bursa û Kocaliyê jî bi tevahî 63 hezar û 646 hatin firotin.
Di van 5 mehan de herî kêm, bi 279 xaniyan va li Hekariyê xanî hatin firotin.
Piştî Hekariyê herî kêm xanî li Erdexan û Şirnexê hatin firotin.