Haydar Şahin
10 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
KUTAHYA
Jin û mêrê ku li Domanîça navçeya Kutahyayê dijîn dev ji daîreya apartmanê ya 150 metreqereyî ya ku nikaribûn germ bikin berdan û ev 9 sal e di mala ku bi 160 balyeyên kayê çêkirine da rûdinin.
Naîm (71) û Ferîde Gun (66) a ku li Muratliya gundê Domanîça li bintara Uludaxê dijîn di mala xwe ya ku ji balyeyên kayê û daran çêkirine da bi 3 ton dar û ardû va zivistanê derbas dikin.
Naîm Gun daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji vir 10 sal berê di daîreya 150 mêtreqereyî ya ku nikaribûn germ bikin da jiyana xwe didomandin û ji Mehmetê kurê xwe xwestin ku bira lêkolînê bike û alîkariyê bide wan.
Gun got piştî lêkolîna kurê xwe biryar dan ku ji kayê xanî çêkin û wiha axivî: "Kêmzêde 40 bû em di daîreya ji botonê da rûdiniştin. Dema kurê min ji min ra got ez ê ji kayê xanî çêkim min jê ra got 'kurê min qet ji kayê xanî çêdibe?' Ji min ra got 'bavo ez ê çêkim tu yê jî bibînî'. Dest bi çêkirina xanî kir û xilas kir. Ev 9 sal e em di vê malê da dijîn û gelekî memnûn in."
Gun diyar kir ku ev dera li bintara Uludaxê ye û piraniya salê sar derbas dibe û wiha pê da çû: "Nika sobeya ku şebeqê vê dixin hetanî êvarê malê germ dike. Kêmzêde bi 3 ton dar û ardû va em zivistanê derbas dikin. Ji sedî 50 me teseruf kir. Ez berê ji bo vê malê di fikaran da bûm lê belê konfora mala min li tu ciyî tune." Gun got ku der û dora malê jî bi îmkanên xwe serast kiriye.
Gun got mala ku ji kayê çêkirin hem eleqeyê dibîne hem jî merivan şaş û metel dihêle û wiha axivî: "Me di avakirina malê da 160 balye ka bi kar anî. Ji ber ku em cotkar in me kaya xwe bi kar anî. Me dîwarên malê yên aliyê derva jî bi kevirên ku ji gundê me derdikevin va danî. Me polên xanî bi lamînanantan çêkir. Ji bo banê xanî jî sac bi kar anî. Kêmzêde me di mehekê da xanî xilas kir. 9 sal berê bi 7 hezar û 500 lireyî li ser ma bû mal."
Ferîde Gulê jî got ku mala wan a ji kayê havînê hênik e û zivistanê jî germ e.