Fatih Gazioğlu
25 Gulan 2017•Rojanekirin: 26 Gulan 2017
ÎSTANBUL
Li Tirkiyeyê di 4 mehên salê yên ewil da heta niha 440 hezar û 226 avahî hatin firotin.
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) firotina avahiyan li gor 4 mehên par îsal ji sedî 7,42 zêde bû.
Îsal di van 4 mehan de li gor nîvendiyê 3 hezar û 668,55 avahiyî jî dest guhert. Ev jî tê wê meneyê ku saetekê de 152,25 avahî, di deqîqeyekê de jî 2,54 avahî hatine firotin.
Di nav bajaran de avahî herî zêde li Stenbolê herî kêm jî li Hekariyê hatin firotin. Li Stenbolê di 4 mehan de 76 hezar û 99, li Hekariyê jî bi tenê 24 avahî hatin firotin.