Fatih Gazioğlu
04 Gulan 2019•Rojanekirin: 05 Gulan 2019
Li Rîo de Janeîroya eyaleta Brezîlyayê polêsan di 3 mehên îsal da 434 kes kuştin.
Li gor daneyên ku ji hêla Associated Pressa (AP) ajansa nûçeyan hat berhevkirin, hejmara kesên bi destê polêsên Brezîlyayê li bajarê Rîo de Janeîroyê di pevçûnan îsal da hatin kuştin derket 434an.
Li gor nûçeyê polêsan par di heman heyamê da 368 kes kuştibûn.
Li gor nûçeyê de ev reqam ji sala 1998an vir var jimara kuştiyan ya herî zêde ye û li gor par jî sedî 18 zêde bûye.
Polêsên Brezîlyayê di operasyonên par hatibûn kirin da bi tevahî hezar û 524 kes kuştibûn.
Waliyê Rîo de Janeîro Wîlson Wîtzel çend hefte beriya vê daxuyanî dabû rojnameya O Globoyê û gotibû wan dijî çeteyên hişbirê polêsên nîşangîr wezîfedar kirine û ew dikarin li serê wan jî bixin.
Walî Wîtzel 1ê rêbendanê dest bi wezîfeyê kiribû û gotibû ew ê bi çeteyên hişbirê ra bi tundî bitêkoşe.