Haydar Şahin
28 Îlon 2018•Rojanekirin: 29 Îlon 2018
ANKARA
Îxracata Tirkiyeyê di tebaxê da li gor heman meha sala par ji sedî 6,5 kêm bû û bû 12 milyar û 383 milyon dolar, îtxalat jî ji sedî 22,7 kêm bû û bû 14 milyar û 805 milyon dolar.
Îstatîstikên ticareta bi derva ra yên berwext ên ku Saziya Îstatîstikên Tirkiyeyê (TUÎK) û Wezareta Bazirganiyê li ser tebaxê û heyama rêbendan-tebaxê amade kiribûn hatin eşkerekirin.
Li gor vê, îxracat di tebaxê da ji sedî 6,5 kêm bû û bû 12 milyar û 383 milyon dolar, îtxalat ji sedî 22,7 kêm bû û bû 14 milyar û 805 milyon dolar.
Di vê heyamê da ferqa di navbera îtxalat û îxracata Tirkiyeyê da ji sedî 59 kêm bû û dakete 2 milyar û 422 milyon dolarî.
Par di tebaxê da îtxalat bi qasî ji sedî 69,1ê îxracatê bû û îsal rêje derkete ji sedî 83,6an.
- Heyama rêbendan-tebaxê
Di heyama rêbendan-tebaxê da îxracata Tirkiyeyê li gor heman heyama sala par ji sedî 5,2 zêde bû û derkete 108 milyar 634 milyon dolarî, îtxalat jî ji sedî 5,9 zêde bû û gihîşte 157 milyar û 830 milyon dolarî.