Li gor îstatîstîkan li Tirkiyeyê qezayên trafîkê yên ku mirî û birîndar çêdibin herî zêde di meha tebaxê de çêdibin. Di 9 rojên tebaxê yên ewil de 114 kes mirin û qasî hezar kesî jî mirov birîndar bûn.
Li gor daneyên Lijneya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê qezayên trafîkê herî zêde di meha tebaxê de çêdibin. Li Tirkiyeyê di sala 2014an de 168 hezar û 512 qezayên trafîkê çêbûn. Qezayên herî zêde jî ji sedî 10,an ve di meha tebaxê de çêbûn.
Di sala 2014an de di meha tebaxê de 18 hezar û 249 qeza çêbûn. Di van qezayan de 428 kes mirin û 32 hezar û 781 kes birîndar bûn. Herî kêm jî bi 190 hezar û 57 qezayan ve di meha sibatê de qeza çêbûn.
Di meha 2013an de jî di meha tebaxê de 18 hezar û 267 qeza çêbûn û 495 kes di van qezayan de mirin.
- Di rojê de 13 kes ji ber qezayan mirin
Îsal di van 9 rojên meha tebaxê de jî 114 kes di qezayan de mirin û qasî hezar kesî jî birîndar çêbûn. Li gor van agahiyan di rojê de 13 kes ji ber qezayên trafîkê mirin.
Di qezayên trafîkê de roj bi roj hejmara miriyan wiha ye:
| |
Hejmara miriyan |
| 1ê Tebaxê |
15 |
| 2yê Tebaxê |
14 |
| 3yê Tebaxê |
9 |
| 4ê Tebaxê |
5 |
| 5ê Tebaxê |
9 |
| 6ê Tebaxê |
14 |
| 7ê Tebaxê |
12 |
| 8ê Tebaxê |
22 |
| 9ê Tebaxê |
14 |