Nihat Kavşut
04 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2019
ANKARA
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Di 2018an da îxracata me ji sedî 7,1 zêde bû û derket 168,1 milyar dolarî. Ev di dîroka komarê da rêjeya herî zêde ye ku salane çêdibe."
Pekcanê li JW Marriot Otêlê di "Civîna Nirxandinê ya Îxracatê ya 2018an" da axivî.
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê destnîşan kir di îxracatê da rekoreke dîrokî hat bidestxistin û wiha got: "Di 2018an da îxracata me ji sedî 7,1 zêde bû û derket 168,1 milyar dolarî. Ev di dîroka komarê da rêjeya herî zêde ye ku salane çêdibe."
Pekcanê diyar kir di 2018an da îtxalata Tirkiyeyê ji sedî 4,6 kêm bû û daket 223,1 milyar dolarî û wiha got: "Di 2018an da rêjeya îxracata ku têra ferqa îtxalata me dike gorî sala berê 8,2 puan zêde bû û derket ji sedî 75,3yan."