KARABUK
Rumeysa Gelgiya 17 salî li dinyayê di nav keçên ku emrê wan ji 18 piçûktir in de keçika herî bejinbilind e û ji ber vê çendê jî Gelgî ket Pirtûka Rekoran ya Guînnessê û bi merasimê ve sertifîkaya wê danê.
Gelgiya ku bejna wê 2 mêtre û 13 santêm e, nexweşiya sendroma weaverê pê re heye.
Gelgî di merasima ku li Safranboluyê li Qada Mîsaqa Millî hat lidarxistin de axivî û got ku ji bo ez tiştên xeyal dikim bikim ev sertifîka bû sedema motîveyekê.
Hakem û Nûnera Tirkiyeyê ya Pirtûka Rekorên Guînnessê Şeyda Subaşi Gemîciyê jî got ku ez ji ber cesareta Gelgiyê, wê pîroz dikim û em ê sertifîkaya wê bidin wê.
Piştî axaftinan Gemîciyê sertifîka da Rumeysa Gelgiyê.