26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
ANKARA
Serokê Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê Murat Çetinkaya: "Emê hêviyên di warê enflasyonê da, helwestên nirxdayinê û pêşhatên din berçav bigirin û heta em pêwîst bibînin, emê rewşa sekna polîtîkaya pereyan, biparêzin."
Çetînkaya destnîşan kir ku daketina nirxan bidome wê faîzê tetbîq bikin û wiha pê de çû: "Di guherînên global da heger daketina nirxan bidome, emê rewşa sekna polîtîkaya pereyan di nava polîtîkayeke teng ya faîzê da tetbîq bikin. Di serdema bê da, heta rewş rê bide, emê di gavên sadekirinê da berdewam bin."
Serokê Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê Çetinkaya wiha pê de çû: "Em texmîn dikin ji sedî 70 îhtîmal, wê di dawiya 2016an da enflasyon di navbera sedî 6,3 heta 7,5an, heta dawiya 2017an jî, di navbera ji sedî 4,2 û sedî 7,8 be. Xala hevbeş jî wê ji sedî 6,0 be."