27 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berpirsê Aboriyê Mehmet Şîmşek got ku wan seba alîkariya welatiyên ji ber terorê mexdûr bûn xebat da destpêkirin û ev xebat dewam dikin.
Şîmşek got, esnaf û sinetkarên me ji ber bûyerên terorê mecbûr man dikanên xwe bigirin, em li bal wan welatiyên me yên ku mexdûr bûn in û wiha dewam kir: "Me pêşnumaya derbarê salek paşva avêtina deynê krediya kêmfaîz ya esnaf û sinetkarên ji ber bûyerên terorê zirar dîtin, şand Serokwezîriyê."
Şîmşek destnîşan kir ku ji bo esnaf û sinetkarên mexdûr tedbîr hildan, di çarçoveya tedbîran da wê krediyê bidin Karxaneyên Biçûk û Navendî (KOBI). Şertên krediya wê bidin KOBIyan, sivik bin. Şîmşek got ku wan ji bo esnaf û sinetkaran gavên girîng avêtin û wiha axivî: "Esnafên li Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex û Hekariyê yên di bûyerên terorê da dikanên wan da xisar çêbû, zirar kirin wê ji vê krêdiyê sûdê wergirin. Herwiha deynê krediyê yê esnafên ku ji Bankeya Halkê kişandibe wê bêfaîz salek bê sekinandin."
Şîmşek ragihand ku piştî ku biryar di Rojnameya Fermî da were weşandin, esnaf û sinetkar wê karibin serî li Bankeya Halkê bidin, herwiha wê serîlêdan heta dawiya salê dewam bike.
Esnaf û sinetkarên ku di çarçoveya biryarê da deynê wan salek bêfaîz paşva bê avêtin, wê karibin ji bankeyê krediya ku faîzê wê kêm e bikşînin.